Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Pêncşemê got ku ew hazir in ku wek çareserîya dawî, operasyonên leşkerî yên ser Gaza berfirehtir bikin.
“Divê hemî Îsraîlî bizanin ku operasyoneke berfireh pêdivî ye. Piştî ku me hemî rêkên din ceribandin, emê hîngê bi xurtî û bi ewlehî dest bi wê operasyonê bikin,” Netanyahu piştî serdana enîya şer li Gaza got.
Îsraîl di 9’ê Nîsanê de diçe hilbijartinên giştî û rewşa ewlehîya welêt jibo Netanyahu xemeke mezin.
Pispor dibêjin ku pevçûnên dawî kempeyna Netanyahu xistiye tengahîyê jiber ku vê carê rewşa jiber îdiayên dizî û pere xwarinê dijwartir e, loma ew peyamên wî rengî dide.
Îsraîlê êrîşên esmanî pêk anîbûn û leşkerên xwe veguhastibûn ser sînorê Gaza, piştî ku di êrîşa roketî ya Hamasê de 7 hemwelatîyên Îsrîalî, roja Duşemê li gundekî bakurê Tel Aviv birîndar bûbûn