Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dixwaze Lisa Franchetti Bike Fermandara Hêzên Deryayî yên Amerîkî


Amîral Lisa Franchetti li Civata Senatoran ya Amerîkî xwane dibe
Amîral Lisa Franchetti li Civata Senatoran ya Amerîkî xwane dibe

Serokê Amerîka Joe Biden çend roj berê Admîral Lisa Franchetti destnîşan kiribû ku serkêşîya Hêzên Deryayî yên Amerîkî bike.

Ew di nav Hêzên Deryayî yê Amerîka de pileya herî bilind e û bi vî rengî Franchetti wê bibe jina yekê ku vê postê wergire.

Franchetti niha cîgira fermandarîya Operasyonên Deryayî ye û wê pisporîya berfireh hem di warê operasyonan û hem jî di warê sîyasî de nîşan daye.

Fermandar Franchetti di sala 1964'an de li bajêrê Rochester, NY ji dayik bûye û di sala 1985'an de programa Perwerdeya Serbazên Yedek yên Deryayî li Zanîngeha Northwestern qedandiye û li wir jî bawernameyek di warê rojnamevanîyê de wergirtîye.

Franchetti herwiha li Naval War College xwendêye û bawernameyek masterê ji Zanîngeha Phoenix bi dest xistiye.

Hêjayî balkişandinê ye ku jina serketî Franchetti jibo xizmetên xwe yên mînakî xwe gelek xelat wergirtine.

Ger Civata Senatoran destnîşankirina wê Franchetti erê bike, ewê bi fermî bibe jina yekê ku qaumandarîya Hêzên Deryayî yên Amerîkî bike.

XS
SM
MD
LG