WASHINGTON, Serokê Amerîka Joe Biden, plan kirîye ku peyva xwe ya pêşî li hember endamên Kongresê bi herdu civatan ve, roja 28ê Nîsanê pêşkeş bike.
Biden di dema 100 rojên desthilata xwe de, wê peyvê pêşkeş bike, ku weke kevneşopiyeke nefermîye di serdema nû de serokên Amerîka pêk tînin, da ku bihê zanîn kanê rêvebiya nû di dema herî pêşî ya ji 4 salên desthiata xwe de çi encam daye.
Peyv dê li Civata Nûnrean ête pêşkeş kirin. Seroka Kongresê Nancy Pelosi di nameke roja Sêşemê de daxwaza pêşkeş kirina peyvê kirîye derbarê "Beşdarbûna nêrînên hevpar yên li ser astengiyên heyî û delîveya wê bistika dîrokî" jê pirsîye û Biden jî li gorî daxuyaniya Qesra Spî razîbûna xwe diyar kirîye bo pêşkeş kirina gotarê.
Lê hêjî zelal nebûye kanê serederiyek çawan li gel wê bûyerê dê were kirin, di dema pandemiya vîrusa korona de û stendina tedbîran tendirustiyê.
Her tim, di dema civînên hevbeş yên dema pêşkeş kirina gotara serok de, hemû endamên civata nûneran û civata senatoran di holeke qelebalix de tên ba hev tevî mêhvanên amade dibin ku li jor temaşe dikin.
Li gorî rênumayên niha yên Kongresê ji di dema dengdanê de ji qanûndaneran tê xwestin ku li ser erdê deng bidin û karên din di nava grûpên biçûk de pêk werin û ji hemûyan tê xwestin ku maskan li xwe bikin, û rê nayê dan ku mêhvan serdana jorên karkirinê bikin.