Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Derbarê Rewşa Afganistanê Dê Gotarekê Pêşkêş Bike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîkî Joe Bideo îro Duşemê dê derbarê derketina Amerîkayê ji Afganistanê bipeyîve, piştî ku vekêşana plankirî ya hêzên Amerîkî ji balefirgeha Kabulê bû kujer li dema ku bi hezaran kesî hewil da ku ji welêt birevin, piştî ku Talîban Afganistan kontrol kir.

Koşka Spî dibêje, ewê Biden ji Camp David vegere Washingtona paytext da ku îro êvarî gotarekê pêşkêş bike. Ev gotara Biden dê yekemîn axaftina fermî be ji alîyê hikûmeta Amerîkayê ve derbarê rewşa Afganistanê di hefteya dawî de. Biden û karbidestên din yên Amerîkî bi leza kontrolkirina Talîbanê ya Afganistanê şok bûne.

Karbidestên payebilind yên artêşa Amerîkî dibêjin, qerebalexa li balefirgeha Kabulê îro Duşemê bû sedema mirina heft kesan.

Gelek welatîyên Afganî berê xwe dan rîya firîna balefiran li balefirgehê, li wê dema ku bi hezaran kesan dixwest ji Afganistanê derkevin piştî ku çekdarên Talîbanê deshilata welêt kontrol kir. Hinek kesan xwe bi rexekî balefirgeheke leşkerî ya Amerîkî ve girt berî ku balefir bifire. Ew vîdyo bi awayekî berfireh belav bû.

Di vîdyoyeke din de, tê dîyar kirin çawa hinek Afganî ketin dema ku balefir firîya. Hêzên Amerîkî guleyên hişyarîyê berdan û helîkopter bikar anîn da ku rîya balefirê vala bikin.

Wezareta Berevanîya Amerîkî (Pentagon) îro Duşemê piştrast kir ku hêzên Amerîkî du kesên çekdar kuşt, li vê dema ku Biden ferman da ku dora 1000 leşker devera balefirgehê biparêzin. Balefir roja Duşemê çend demjimêran li ber çûn û hatinê hate girtin, ji ber ku sivîlan ketibûn nav.

Şêwirmendê Ewlekarîya Niştîmanî Jake Sullivan îro Duşemê got ku “leza bajar tê de ketin ji pêşbînîya her kesî mezintir bû.” Wî ketina hikûmeta Afganî xist stûyê Afganîyan bi xwe.

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona NBC, Sullivan got Amerîkî nikare “vîyanê” bide hêzên ewlekarîya Afganistanê ku şer bikin da ku demokrasîya xwe ya nû biparêzin.

Sullivan herwiha dîyar kir, “tevî ku me 20 sal li wir derbas kir, bi dehan mîlyar dolar xerc kir da ku baştirîn çek û perwerde û şîyanê bidin hêzên ewlekarîya Afganî, lê me nikarîbû vîyanê bidin wan, û wan jî dawî biryar stand ku ji bo Kabulê û ji bo welatê xwe şer nekin.”

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG