Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Pêdivîya Servîsa Nepenî bi Pirtir Alîkarî Heye


Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê got ku pêdivîya Servîsa Nepenî (Secret Service) ya bi pirtir alîkarî heye.

Biden ew gotin ser sekinandina hewildana duyê ya kuştinkarîya dijî berbijarê Komarî yê seroktîyê Donald Trump kir.

Wî ji rojnamevanan re got ku ser bûyera do Yekşemê li qada golfê ya Trump ya li Florîda qewimîye hîn raporeke tam neketiye destê wî û dîyar kir ku ew ew spasdar e ku rewşa serokê baş e.

FBI ragihand ku li navenda golfê ya li West Palm Beach ya li Florîda dijî Trump hewildaneke kuştinkarîyê çêbûye.

Trump ji platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê spasîya Servîsa Nepenî û polîsên herêmî kir.

‘’Jibo fikarên we û jibo dawxwazên we yên ser başbûnê ez spasîya we herkesî dikim. Bêguman rojeke balkêş bû!’’

Wî dîyar kir ku karê parastinê bi awayekî bêhempa hatiye kirin.

Di bûyerê de ti tişt bi Trump nehat ku ew du mehên berê li Pennsylvania di êrîşeke kuştinkarîyê de ji guhê xwe birîndar bûbû.

Karbidestên ewlekarîyê yên Trump roja Yekşemê dema li dora qada golfê tedbîrên ewlekarîyê distandin di nav qirşûqalan de çekdarek dîtin.

Ajanên Servîsa Nepenî gule li wî bergumanî barandin ku berê revî û paşê jî hat girtin.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG