Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden di Qonaxa Duyan ya Serdana Xwe ya Asya de Digihe Japonya


Serdana Biden ya Welatên Asya
Serdana Biden ya Welatên Asya

Serok Joe Biden roja Yekşemê gihişte Japonyayê ji bo qonaxa duyemîn ya serdana xwe ji bo bihêzkirina hevalbendên Amerîkayê li Asyayê.

Biden, piştî bo serokê Amerîka ev yekem serdana wî ya Asyaye. Biden gihişte Bingeha asmanî ya Yokota li derveyî Tokyoyê, û dê digel serokwezîrê Japonyayê bicive û roja Duşemê destpêşxeriya bazirganiyê ya bi pêşengiya Amerîkayê ji bo herêmê eşkere bike, berî ku beşdarî civîna bilind ya koma herêmî ya 'Quad'ê bibe.

Koma Quad ji welatên Amerîka, Japonya, Awustralya û Hindistanê pêk dihêt ku jiber nîgeranîyên mezinbûna hêza leşkerî û aborî ya Çînê yekgirtî ne.

Li aliyek din, Serokê Amerîka Joe Biden li Koreya Başûr beriya ku serdana welatê Japonyayê bike, peyameke sade ji lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un re şand û got, "Silav".

Serok Biden got, "ew ne dilgirane" ji ber her ceribandineke nû ya navokî ya Koreya Bakur ku wî welatî nêzîkî pênc salan ceribandin nekirîye.

Dema ji aliyê rojnamevanekî ve tê pirsîn gelo peyamek ji Kim Jong-un re heye yan na, Serok Biden tenê "silav" jê re şand.

Koreya Bakur dest bi ceribandina moşekên parzemînan kir, di heman demê de raporên îstîxbaratê diyar dikin ku Koreya Bakur amadekariya ceribandineke nû ya nukleerî dike.

"Em ji bo her tiştê ku Koreya Bakur dike amade ne," Serok Biden got.

Berî niha serok Biden û serokê Koreya Başûr Yoon Seok-youl li ser gotûbêjkirina pêkanîna perwerdeya leşkerî ya mezintir û îhtîmala ku Amerîka zêdetir çekên navokî yên Amerîkî bişîne herêmê, wek bersivek bo ceribandina çekan ya Koreya Bakur lihev kirîbûn.

XS
SM
MD
LG