Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden îro Çarşemê piştî lihevkirina Îsraîl û Hamasê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û bi rêberên Qatar û Misirê re peyivîye.
Serok Biden jibo Roja Spasdarîyê tevî malbata xwe li Girava Nantucket ya Massachussets li betlaneyê ye.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî hûrgilîyên danûstandinên Biden û rêberên dê paşê werin weşandin.
Biden bi Serokomarê Misirê Abdulfetah Sîsî û mîrê Qatarê Tamîm bîn Hemed El Sanî re jî axifî.
Çaverê ye Îsraîl û Hamas roja Pêncşemê di saet 10:00 jibo 4 rojan navberekê bidin pevçûnan.
Bi lihevkirina Hamas û Îsraîlê dê 50 dîl û 150 girtîyên Filîstînî werin berdan.
Jêder: Reuters