Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Amerîka Wê Berevanîya Taiwanê Bike


Serokê Amerîkî Joe Biden do Pêncşemê got ku Amerîka dê berevanîya Taiwanê bike hember îdîayên hikûmeta Çînê ku dibêje ew girav beşek e ji axa Çînê.

Erê, me pêgirîyek heye ku em vê yekê bikin, Biden di rûniştineke televizyona CNN’ê de got, dema pirs jê hate kirin gelo ewê Amerîka berevanîya Taiwanê bike.

Taiwan rastî givaştinên leşkerî û siyasî yên mezin ji alîyê Beinjing vê tê da ku serwerîya Çînê qebûl bike.

Di warê qanûnî de ji Washington tê xwestin ku alîkarîyê bide Taiwanê jibo berevanîya xwe bike, li di heman demê de sîyaseteke “nezelalîya stratejîk” dimeşîne, derbarê ka ewê bi awayekî leşkerî destêwerdanê bike jibo parastina Taiwanê eger Çînê êrîşek li wir pêk anî.

Li meha Tebaxê, karbidestekî rêvebirîya Biden got ku sîyaseta Amerîka hember Taiwanê nehatîye guhertin.

Biden da zanîn ku bila xelk ser karîna Washington ya leşkerî xemê nexwin, jiber ku “Çîn, Rûsya û tevahîya cîhanê dizanin ku leşkerîya me ya herî bihêz e di dîroka cîhanê de.”

“Tişta ku divê mirov xemê jibo wê bixwe ew e ka ewê ti çalakîyan pêk bînin ku bihêlin ew şaştîyeke cidî bikin,” Biden got.

“Ez şerekî sar bi Çînê re naxwazin. Ez tenê dixwazin Çîn fêm bike ku ev ji ser ya xwe venagerin, ku em nêrînên xwe neguherînin,” Serokê Amerîkî herwiha dîyar kir.

Wezîrê Berevanîya Taiwanê Chiu Kuo-cheng vê mehê got ku girjîyên leşkerî di navbera Taiwan û Çînê de yên herî xirab in di 40 salên dawî de. Wî herwiha da zanîn ku ji niha heta sala 2025’an Çîn dê karibe êrîşeke berfireh hember Taiwanê pêk bîne.

Taiwan dibêje ew welatekî serbixwe ye û dê berevanîya azadî û demokrasîya xwe bike.

Çîn jî dibêje ku Taiwan mijara herî nazik û girîng e di peywendîyên wê ligel Amerîkayê de.

XS
SM
MD
LG