Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Rêberên Kongresê Îro Ser Alîkarîyên jibo Ukrayna û Hin Mijarên Din Dicivin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê seba alîkarîyên jibo Ukrayna û sekinandina girtina hikûmetê li Qesira Sipî bi rêberên Kongresê re kom dibe.

Rêberê Civata Nûneran Mike Johnson yê Komarî, Serokê Piranîya Civata Senatoran Chuck Schumer yê Demokrat, Serokê Kêmanîya Civata Nûneran Hakeem Jeffries yê Demokrat û Serokê Kêmanîya Civata Senatoran Mitch McConnel yê Komarî çar rêberên Kongresê ne ku beşdarîyê li civînê dikin.

Civata Senatoran ya di bin kontrola Demokratan de serê Sibatê bernivîsa ewlekarîyê ya 95 mîlyarî pejirand.

Di paketê de jibo Ukrayna 61 mîlyar dolar û jibo Îsraîl jî 14 mîlyar alîkarî tê dayîn.

Johnson got ku Kongres li şûna ku alîkarîyan bişîne derve divê ewlekarîya sînor jî di nav de bala xwe bide ser kêşeyên navxweyî û dîyar kir ku ewê bernivîsê nebe dengdana li Civata Nûneran.

Schumer roja Sêşemê got ku ger ew piştgirî nedin Ukrayna hevbendên Amerîka êdî nikarin bi Washingtonê bawer ibikin.

Heta roja Înê dema rêberan heye ku ew ser fonên jibo xizmetên wek çandinî û veguhestinê li hev bikin.

Çaverê ye hefteya pêş jî dema fonên din yên hiqûmetê biqedin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG