Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Erdogan li Ser Soza Xwe Sekinî


Serokê Amerîka Joe Biden li Vilniusê di axaftina xwe ya dawî de spasîya Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Biden dîyar kir ku Erdogan rê vekiriye ku Swêd bibe endama NATO.

‘’Erdogan li ser soza xwe sekinî. Hejmara endamên me yên li NATO dibe 32 û ew 32 dewlet wê bi pîvanên demokratîk, li kêleka hevdu bisekinin."

Biden bi berdewamî got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bi hêrsa xwe hêvî kiriye ku bi êrîşa ser Ukrayna re NATO parçe bike, lê ew bi ser neketiye.

Serokê Amerîka ew dijî gefan li ba hevdu sekinîne û hemî cîhan li gor berpirsîyên xwe tevgerîne.

Biden bi vîdyoyeke li ser Twitterê jî spasîya Erdogan kir ku wî bi rêberî, wêrekî û dîplomasîyê rê vekiriye ku Swêdê bibe endama NATO.

Fînlandîya û Swêd piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dabûn ku bibin endamên NATO.

Ji her du dewletan, Fînlandîya bûbû endama 31’an ya NATO, lê Tirkîye demeke dirêj dijî endamtîya Swêdê sekinîbû.

XS
SM
MD
LG