Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Serdana Jimareke Wîlayetan Bike


Serokê Amerîka Joe Biden dawî li betlanaya xwe ya Delawere tîne. Biden, ku hefteyek e li Delawere ye, dê di hefteya nû de serdana çend wîlayetan bike.

Ew dê di roja pêşî ya hefteya nû de here Arîzona. Piştî Arîzona çaverê ye ew roja Sêşemê derbazî New Mexico bibe.

Serokê Amerîkî dê ji New Mexico here Utah û ew dê roja Pêncşemê vegere Waşingtonê. Li ber e ku Biden di serdana wîlayetan de ser aborîyê biaxife.

Hilbijartinên Amerîka nêzîk dibin û aborî yek ji mijarên serekî yên Amerîkîyan e.

Anketeke rojên borî nîşan dabû ku piştgirîya jibo Biden 41 ji sedê ye. Piştgirîya jibo sîyaseta aborîyê ya Biden kêmtir ji 40 ji sedê ye.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG