Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Papa Francis Ser Şerê Îsraîl û Hamasê Peyivîn


Qesira Sipî û Vatîkanê ragihandin ku Serok Joe Biden û Papa Francis ser şerê Îsraîl û Hamasê peyivîne.

Li gor ragihandina Qesira Sipî, Biden û Papa Francis ser xebatên jibo aştîya mayînde ya li Rojhilata Navîn danûstandin kirine.

Qesira Sipî dîyar kir Biden dema bi Papa Francis re peyivîye êrîşa Hamasê şermezar kiriye û gotiye ku divê sîvîlên li Gaza werin parastin.

Wê qesirê ragihand ku Biden û Papa Francis ser alîkarîyên derman û xwarinê yên jibo Gaza jî peyivîne.

Vatîkanê jî da zanîn ku Papa Francis û Biden nêzî 20 deqe peyvîne û wan bala xwe daye ser dîtina rêkên aştîyê.

Papa Francis jimareke caran jibo sîvîlên Hamasê dîl girtine banga berdanê kir.

Hamasê 7ê Cotmehê êrîş birin ser Îsraîlê û pirtir ji 1400 kes kuştin.

Îsraîl ji wê çaxê vir ve bi êrîşên esmanî êrîşan dibe ser Gaza ku dora 2,3 mîlyon kes li wirê dijîn.

Gaza ji 2007’an vir ve bi awayekî sîyasî ji alîyê Hamasê ve tê bi rêve birin. Karbidestên Filîstînî dibêjin di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 4,700 kes hatine kuştin.

Wezîrê Derve ya Amerîka Antony Blinken, piştî ku Hamasê du dîlên Amerîkî berdabûn, gotibû ku Washington hêvîdar e ku Hamas pirtir dîlên Amerîkî berde.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG