Washington 22ê Tebaxê – Reuters, Peyvdara Koşka Spî Jen Psaki ragihand ku Serokê Amerîka Jo Biden di cîvîneke onlayn ya vidoeyî de dê bi serokên Koma Welatên G7 re roja Sêşemê bicive, da ku li ser rewşa niha ya Afgansitanê biaxivin, di nav de alîkariyên mirovahî bo penaber û koçberên Afganî.
Herwiha hatiye plan kirin ku serok Biden îro Yekşemê dereng ji Koşka Spî dê daxuyaniyan derbarê rewşa dawî li Afgnasitanê bide.
Brîtanya ya ku niha serokatiya dewrî dike ya koma welatên G7, serê sibeya îro Yekşemê banga civîna welatên G7 kirîye kirîye di hefteyê de.
Boris Johnson Serokwezîrê Brîtanya bi rêya twîterê ragihand ku ewê komela welatên G7 roja Sêşemê bicivin û got "Ezê Sêşemê bangî serokên koma welatên G7 bikim jibo civînekê lezgeîn li dor rewşa Afgansitanê, giringe ku civaka navnetewî bi hev re kar bike, jibo veguhastineke aram û parastî û rê giritn li kirîzên mirovahî û herwiha piştevaniya gelê Afganistanê bihê kirin bo parastina destkeftên 20 salên borî."
Welatên G& pêkhatiye ji Amerîka, Kanada, Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya û Japon.