Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Hamas bi Kiryarên Xwe ji DAIŞ'ê Xirabtir E


Serokê Amerîka Joe Biden got ku ewê jibo Îsraîl li hember Hamasê berevanîya xwe bike, hemî alîkarîyan bidin wê dewletê.

Biden di serdana Îsraîlê de dîyar kir ku Hamas bi kiryarên xwe ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî xirabtir e.

Wî got ku ew jiber kuştina bi sedan kesên li nexweşxaneyeke Gaza bi hêrs e û xemgîn e.

‘’Bi qasî ez dibînim, ev êrîş ne ji alîyê Îsraîlê ve, lê ji alîyê din ve hatiye kirin. Lê hin kes bawer nakin. Di destê me de gelek tişt hene, divê em vê kêşeyê çareser bikin.’’

Îsraîl dîyar dike ku êrîş jiber kêmbûna kanîna muşeka Filistînîyan çêbûye, lê Hamas vê îdiayê red dike.

Jiber êrîşa li nexweşxaneya Gaza protestoyên dijî Îsraîlê yên li herêmê xurt bûne.

Biden dîyar kir ku di êrîşên Hamasê yên 7’ê Comtehê de pirtir 1300 Îsraîlî hatine kuştin ku di nav wan de 31 Amerîkî jî hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG