Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Êrîşên Hamasê Dişibîne Êrîşên 11'ê Îlonê


Serokê Amerîka Joe Biden piştî dawîkirina serdana xwe ya li Îsraîlê got ku Îsraîl hevbîr bûye ku alîkarîya mirovahî ji Misirê jibo sîvîlên li Gaza herin.

Biden dîyar kir ku Îsraîlê bi şertê ku alîkarî werin kontrol kirin ku negiheje destê Hamasê, ew yek qebûl kir.

Wî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê şiband êrîşên 11’ê Îlonê ya 2001’ê ku wê çaxê bi qasî 3000 Amerîkî hatibûn kuştin.

‘’Ez fehm dikim. Gelek Amerîkî fehm dikim. Ji vir gava meriv li bûyeran dinêre meriv dixwaze jibo dadmendîyê biqîre.’’

Îsraîlê piştrast kir ku alîkarîyên wek av û dermanan wê di ser Misirê re herin Gaza, lê hîn ne zelal e ku ewê kengî destpê bike.

Biden ser alîkarîyan got ku ger Hamasê rêka alîkarîyan biguherîne yan wan bidize ewê careke din nîşan bide ku birînên Filîstînîyan ne xema wan in.

Biden jibo Gaza û Kenara Rojava alîkarîya 100 mîlyon dolarî ragihandibû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ser serdana Biden got ku ew pê pir hestîyar bûne. Wî ji Amerîka re spas kir ku ew tim bi Îsraîlê re ye.

Netanyahu dîyar kir ku divê cîhana pêşketî jibo têkbirina Hamasê bibe yek.

Biden bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û tîmên alîkarîyê yên Îsraîlî re jî kom bû. Ew bi nasên dîlên Îsraîlî re jî civîya û ew hembêz kirin û li wan guhdarî kir.

Artêşa Îsraîlê dide zanîn ku Hamasê û rêxistinên din yên Filîstînî 199 kes dîl girtine. Wê artêşê eşkere nekiriye ku ji wan çend kes Îsraîlî ne û çend kes bîyanî ne.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG