Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ewê Dîlên Destê Hamasê Vegerînin Malê


Serokê Amerîka Joe Biden bang li Hamasê kir ku teklîfa ser agirbesta demkî qebûl bike.

Biden li Qesira Sipî di preskonferansekê de dîyar kir ku ew bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ser peywendîyan û danûstandinan wan bi awayekî ‘’pir zelal’’ û ‘’rastexwe’’ peyivîye.

‘’Em bi berfirehî axifîn. Wî qebûl kir ku pirtir alîkarî herin Gaza û di gaveke gumankirî de ser kêmkirina zararên dijî sîvîlan hin tedbîran bistîne.’’

Wî dîyar kir ku niha Hamas mecbûr e ser teklîfa danûstandinan gavekê biavêje.

Biden got ku ewê rehîneyan vegerînin malên û dîyar kir ku vê gavê pêdivîya wan bi agirbesteke 6 hefteyî heye.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin wan di hevdîtinên dawî de, ku li Misirê çêbûbûn, qebûl kirine ku Filîstînî vegerin bakurê Gaza, lê Hamas naxwaze bi wan re li hev bike.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê du karbidestan, ku ser danûstandinan agahar in, dîyar kir ku Îsraîlê qebûl kiriye 150,000 Filîstînî bê ku kontrolên ewlekarîyê hebin vegerin bakurê Gaza.

Karbidest dibêjin li hember vegera Filîstînîyan çaverê ye ku Hamas jî lîsta rehîneyên kal û pîr û nexweş bide.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG