Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Pevçûnên Îran û Pakistanê Nîşan Didin ku Îran li Herêmê Nayê Hez Kirin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê ser girjîya Îran û Pakistanê got ku pevçûn nîşan didin ku Îran li herêmê nayê hez kirin.

‘’Wek hûn dibînin Îran li herêmê pir nayê hez kirin û ewê rewş ber bi ku ve here, em niha li ser dixebitin. Ez nizanim ewê ber bi ku ve here.’’

Pakistanê piştî ku Îranê ragihand hêzên wê li Pakistanê êrîş birine ser komeke çekdaran îro Pêncşemê dîyar kir ku wê êrîş biriye ser komeke cudaxwaz ya li Îranê.

Girjîya di navbera Amerîka û Îranê de jiber piştgirîya Tehranê ya jibo Husîyên li Deryaya Sor êrîşan dibin ser gemîyên bazirganîyê gur bûye.

Berdevkê Ewlekarîya Netewî yê Qesira Sipî John Kirby ji rojnamevanan re dîyar kir Washington pevçûnên Îran û Pakistanê ji nêz ve dişopîne.

Kirby got ku ew naxwazin li Asyaya Navîn û Başûr girjî çêbe û dîyar kir ku ew bi hevayên xwe yên Pakistanî re danûstandinan didomînin.

Wî dîyar kir ku êrîşa li Pakistanê nîşan dide ku Îran dixwaze zararê bide îstiqrara herêmê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG