Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê Rexne Dike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden roja Yekşemê vekişîna demildest û bêwate ya Tirkiyê ji peymana Komisyona Ewrûpa ya têkildarî nehêlana tûndiya li ser jinê ku bi peymana Stenbolê tê naskirin weke bê hêvîtiyek nirxand û ew rexen kir.

Di daxûyaniyekê de ku roja Yekşemê hatîye weşandin Biden dibêje, cîhan şahide li ser zêdebûna tûndiya malbatî, û îşaret bi wan raportan da yên ku zêdebûna kuştina jinan li Tirkiyê diya dikin, ku dewleta yekê ye îmza xwe avêtiye bin peymanê.

Biden dîsan got, divê welat kar bikin jibo nehiştina tûndiya li dij jinê pêgiriyên xwe nûtir û zêîdetir bikin, ne ku peymanên nêvnewtewî red bikin yên ku jinê diparêzin û daxwaza sizadana tawankaran dikin.

Biden got "Ev pêngavek bê hêvîtiyê û gav paşda avêtine derbarê tevgera navnetewî ya bidawî anîna tûndiya li dij jinê li ser astê cîhanê."

Wî herwiha got, tûndiya heyî li ser bingeha regezê belayeke jibo hemû netewan û li hemû ciyên cîhanê".

Biden dibêje "Di hefteyên kêm yên derbazbûyî de me gelek mînak yên êrîşên bi tirs li ser jinan dîtin, di nav de tawankariya trajîdîk ya kuştina jinan li eyaleta Georgia." Û got "Me ew zirarmendî dîtin yên ku rastî jiyanê tên li jêr sihwana tûndiyê ya ku li ser bingeha regeza jin pêk tê li her cihekî."

Roja Şemiyê Tirkiyê xwe ji peymanê vekişand bû, ku yekemîn peymane li cîhanê li hember tûndiya li dij jinê radiweste, bi mersûmekê roja înê Tirkiyê biryara vekişînê erê kirbû, ev jî di cih de bibû sedema rexenyên partiyên opzosyon li welat.

Li gorî peymana Stenbolê ku sala 2011ê hatiye îmza kirin, hikûmetên beşdar divê yasayên sizadanê li hember tûndiya malbatî pêk bînin û her cûrekê hevşêweyê tûndiyê weke sinetkirina keçan û destdirêjya seksî ya bi zorê û lêxistina jinê ji aliyê mêran de.

Mihafizkarên Tirkiyê dibêjin, ev peyman dê bibe sedema hilweşandina malbatê û dê rê li hember jêkvebûna jin û mêran xweş bike, û nîşan yeksaniya hevregeziyê û qebûl kirina wê, dikare di civakê de qebûl bike û rêjeya wê zêde bike.

Danûstandin li ser vekişîna ji peymana Stenbolê sala borî hatin kirin piştî ku berpirsekî di asta bilin de yê partiya Desthilatdar ku Erdogan serokatiya wê dike daxwaza vekişînê kirbî.

Ji wê rojê heta niha jin li Stenbûl û bajarên din der dikevin kolanan û daxwaza hikûmetê ya vekişîna ji peymanê protesto dikin.

Partiya CHPê ku mezintirîn partiya opozisyonê ye hewildanên vekişînê rexne kirin. Ev biryar hat dan di wî çaxî de ku tûndiya malbatî û tawanên kuştina jinan li Tirkiyê pirsgirêkek metirsîdare.

XS
SM
MD
LG