Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Biden ya Urdunê Hate Paşvexistin


Qesra Sipî roja Sêşemê ragihand ku serdana plankirî ya Serokê Amerîkî Joe Biden bo Urdunê hate paşve xistin.

"Piştî şêwira ligel Melik Abdullah II yê Urdunê û li dema rojên şînîyê ku ji alîyê Serok Abbas yê Desthilatdarîya Filîstînê ve hatin ragihand, wê Serok Biden serdana xwe bo Urdunê û civîna wî ya plankirî ligel herdu rêberan û Serok Sîsî yê Misirê paşve bixîne," Qesra Sipî di daxuyanîyekê de got.

Ev biryar hate standin çend demjimêran piştî êrîşa ser nexweşxaneyekê li Kerta Gazayê ku bi sedan kes tê de hatin kuştin û birîndarkirin.

Alîyên Filîstînî Îsraîl bi pêkanîna vê êrîşê tawanbar kirin. Îsraîl ev yek red kir û got ku êrîş di encama roketeke rêxistina Cîhada Îslamî de bû ku armanca wê Îsraîl bû lê li şûna wê bi ser nexweşxaneyê de ket.

Qesra Sipî got ku Serok Biden sersaxîyê jibo mirina kesên bêsûc di êrîşa nexweşxaneyê de xwest û hêvîya başbûna rewşa birîndaran kir.

Biryar bû ku Biden roja Çarşemê ligel Şahê Urdunê Abdullah, Serokê Desthilatdarîya Filîstinî Mehmûd Abbas û Serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî li Amanê bicivîya. Piştî biryara paşvexistinê, Qesra Sipî diyar nekir ewê kengî ev hilcivîn pêk were.

Lê serokê Amerîkî serdana xwe ya bo Îsraîlê û civîna ligel serokwezîrê wî welatî Benjamin Netenyahu dê roja Çarşemê pêk bîne. Serdan beşek e ji hewildanên Amerîkayê yên peydakirina çareserîyekê bo şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku êdî ketîye hefteya duyê.

XS
SM
MD
LG