Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Nûkirina Demokrasîyê bi Hewildaneke Berdewam Pêkan E


Serokê Amerîkî Joe Biden îro Pêncşemê Hilcivîna bo Demokrasîyê vekir ku tê de rêberên cîhanê, civaka sivîl û kerta taybet dê ajendeya nûkirina demokratîk tekez bikin û balê bikşînin ser gefeyên ku demokrastî îro pê rûbirû dibe.

"Demokrasî pêdivî bi qehremanan heye û min xwest ez mêvandarîya vê hilcivînê bikim. Li vir li Amerîkayê, em wek her kesî dizanin ku nûkirina demokrasîya me û xurtkirina dezgehên me yên demokratîk pêdivî bi hewildaneke berdewam heye," Serokê Amerîkî di destpêka axaftina xwe ya kombûna online de got.

Hilcivîna ku roja Înîyê jî berdewam dike beşek e ji soza Biden ya dema kempeyna hilbijartinê ku wê çaxê gotibû ewê demokrasîyê li seranserê cîhanê bihêz bike, li demekê ku hikûmetên otokrat xurt dibin.

Sala bê ewê ev hilcivîn bi awayekî rû bi rû li dar bikeve, lê karbidestekî bilind yê rêvebirîya Biden ji Dengê Amerîka re got ku nayê çaverê kirin ev hilcivîn piştî rêvebirîya Serok Biden dom bike.

Hêjayî gotinê ye ku bêtirî 100 welat hatine vexwendin bo vê hilcivînê.

XS
SM
MD
LG