Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Piştî Kombûna Bi Putin Re Konferanseke Rojnamevanî Li Dar Bixe


Serokê Amerîka Joe Biden

Berpirsekî Koşka Spî îro Şemîyê got ku serokê Amerîka Joe Biden dê bi tenê xwe konferanseke rojnamevanî li dar bixe, piştî kombûna li gel serokê Rûsya Vladimir Putin hefteya bê, wek rîya herî guncaw ya danûstandina bi “rojnamegerîya azad” re.

Biden dê roja 16 Hizêranê li Cinêvaya Swîserîa kombûnekê bi hevtayê xwe yê Rûsî re li dar bixe ku dê tê de behsa seqamgêrîya stratejîya navokî û pêwendîyên nebaş yên Kremlin û Welatên Rojava bibe.

Berpirsê Koşka Spî got:

“Em pêşbîniya wê yekê dikin ku kombûn zelal û rasterast be.”

Wî her wiha got ku konferanseke rojnamevanîya ku dê Biden bi tenê li dar bixe "ew formateke guncaw e ku bi awayekî zelal pêwendî bi rojnamegerîya azad re bibe, li dor mijarên ku dê di kombûnê de werin gotûbêjkirin, çi yên ku em li ser erê bikin û çi jî yên ku me xemên mezin li dor wan hene.”

XS
SM
MD
LG