Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Ser Karanîna Çekên Kîmyayî Hişyarî Dide Putin 


Serokê Amerîkî Joe Biden dîsa hişyarî da Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ku li Ukraynayê çekên wêrankirina girseyî (WMDs) bikar neyîne.

“Neke, neke, neke. Hûn dê rewşa şerî biguherînin ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve rengê çi tiştekî nade," Biden di hevpeyvînekê de ligel CBS News got.

Biden bi taybetî li ser bersivek Amerîkayê çi şîrove nekir heke Rûsya çekên kîmyayî an jî yên navokî li Ukraynayê bikar bîne.

"Ew dê li cîhanê ji her demê bêtir bibin pêrimkirî," Biden got. "Li gorî asta ku ew dikin dê diyar bike ka dê çi bersiv hebe."

Ev ne hişyariya yekem ya Biden e bo Putin e. Piştî civîna digel Yekîtiya Ewropî û hevkarên G-7 û hevalbendên NATO di meha Adarê da, Biden gotibû ku NATO dê "bi heman rengî" bersivê bide heke li Ukraynayê çekên wêrankirina girseyî bên bikarînan.

Biden amaje bi Putin kir û got "Em dê bersivê bidin heke ew wan çekan bikar bîne." "Şêweyê bersivê bi şêweyê karînana wan çekan ve girêdayî ye."

Piştî mehekê, Biden Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wekî "bêberpirsyar" şermezar kir, piştî ku Lavrovî gotibû televîzyona fermî ya Rûsyayê ku metirsîya şerê navokî "mezin e."

Biden gotibû, "Divê çi kes li ser bikarînana çekên navokî an jî egera pêwîstîya bikarînana wan şîroveyên pûç nede."

XS
SM
MD
LG