Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Putin Dê Baca Destwerdana Hilbijartinan Bide


Joe Biden û Vladimir Putin
Joe Biden û Vladimir Putin

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê dîyar kir ku Serokê Rûsî Vladimir Putin dê jiber destwerdana hilbijartina seroktîya Amerîkî ya Mijdara 2020 'an de ya bo qazanckirina Donald Trump rûbirûyê encaman bimîne, ewê demekî nêz de werin eşkere kirin.

Biden di hevpeyvînekê de ku di televizyona ABC News de hate weşandin de şiroveyên xwe kirin û got "Ewê bacê bide. Hûnê di demekî kurt de bibînin, " Biden got.

Raporeke îstixbarata Amerîka roja Sêşemê îdayên dem dirêj yên ku digotin ku Putin li pişt destwerdana hilbijartinê ya Moskowê ye, piştrast kir. Lê, Rûsya ev tawanbarîye wek bêbingeh bi nav kiribû.

Hevdem, Biden destnîşan kir ku cîh hene ku di berjewendîya wan ya hevbeş de ne ku ew bi hev re bixebitin, mîna nûkirina peymana navokî ya bi navê START, û got ku her du rêber hevûdin nas dikin.

"Ez wî bi rêjeyî baş nas dikim. Di tecrûba min de, di mijara xebata bi rêberên biyanî re tiştê herî girîng naskirina yê din e."Biden got.

Biden di derbarê Putin de got ku ew nafikire ku giyanek serokê Rûsî hebe.Herwiha derbarê pirsa 'gelo ew difikire ku Putin kujer e,' wî ji ABC re got: "Ez difikirim."

XS
SM
MD
LG