Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ewê li Aliyê Hevalbendên Ewrupî Raweste Berî Civîna bi Putin re


President Joe Biden talks about the May jobs report from the Rehoboth Beach Convention Center in Rehoboth Beach, Del., June 4, 2021.
President Joe Biden talks about the May jobs report from the Rehoboth Beach Convention Center in Rehoboth Beach, Del., June 4, 2021.

WASHINGTON – Serokê Amerîka Joe Biden berî di yekemîn civîna rasterast de, ya di rêveberiya xwe ya nû de li gel serokê Rûsya Vladimir Putin bicive sozda ku Amerîka li aliyê hevpeymanên xwe yên Ewrupî raweste li dij Rûsya.

Roja Çarşema dahatî Biden dê qesta Ewrupa bike ku hatiye biryardan li Hilcivîna Koma 7 Welatan û ya NATO de amade bibe, zêdebarî ku di civîneke gelek metirsîdar de li gel serokê Rûsya Vladimir roja 16ê Hezîranê dê bicive.

Hilcivîna Biden-Putin di demekî gelek kirîtîk de tê ku aloziyên herdu welatan ev çend salin di asta herî xerab de ne, yên derbarê korsaniya Internêtê, pirsa mafên mirovan û destxistina nava hilbijartinan.

Di gotarek ramanî de ku rojnama Washington Post roja Şemiyê weşandiye, serokê Amerîka soz daye ku "Hevpeymaniyên Demokratîk" yên Washington bihêz bike da ku li hember gefên zêde yên Moskow û Pekin rawestin.

Biden dinivîse "ُEmê yekgirtî bimînin li hember pirsgirêkên Rûsya yên derbarê ewlekariya Ewrupa, destpêkirin ji dojminkariya Rûsya ya li dij Ukrayna, û goman nîne ku Amerîka bihêz dê nirxên xwe yên demokratî biparêze, yên ku ji berjewedniyê nayên cûda kirin."

Biden dîsan dibêje "Serok Putin dizane ku ezê li hember çalakiyên zirarmend di paşerojê de gavan paşda neavêjim." Dîsan dibêje "Dema em kom dibîn, cardî dê tekezê li ser pêgiriya Amerîka û Ewrupa bikim ku di warê Demokrasiyê de hevbîrin û berevanî kirin ji mafên mirov û rûmeta wê wek hevin. "

Ji dema meha Yek ya îsal hatî ser desthilatê Biden givaştinên xwe li ser Kremlin zêde kirine û di axiftinên xwe dipejirîne ku Putin bi "Kujer" dişibîne û rexnên giran li Moskow dike.

Lê herdu serokan hêviyên xwe anîne ziman ku têkiliyên wan baş bibin, roja Îna borî serokê Rûsya Putin gotbû ew encamên"Geşbîn" ji danûstandinan çaverê dike.

Herwiha Biden di gotara xwe ya dawiya hefteyê de gotbû "hizra wan dê li ser nakokiyan nebe", wî îşaret bi hewildana wî ya peymanek nû ya START da, ya kêmkirina hilberîna çekan ku ev niyetbaşiyeke dixwaze alozîyan sivik bikin.

Biden dinivîse "Em têkiliyeke stabîl dixwazîn, û dibe bi kar kirina me ya bi Rûsya re çê bibe, di warê aramiyek stratejî û sinordar kirina çekan" de.

XS
SM
MD
LG