Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Vekişîna Rûsya ji Peymana Navokî Şaşîtîyeke Mezin E


POLAND-US-POLITICS-DIPLOMACY-UKRAINE-RUSSIA-CONFLICT-B9
POLAND-US-POLITICS-DIPLOMACY-UKRAINE-RUSSIA-CONFLICT-B9

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê got ku vekişîna Serokê Rûsya Vladimir Putin ji peymana kontrolkirina çekên navokî ya şaşîtîyeke pir mezin e.

Serok Biden, ku jibo nîşandana piştgirîya ji 9 dewletên baskê rojhilat yê NATO re çûbû Polonya, ew daxuyanî da.

Biden vekişîna Rûsya ya ji peymana navokî ya bi navê START şermezar kir.

Bi vê biryara Moskowê, Amerîka wê nikaribe kiryarên Rûsya yên navokî bişopîne.

Lê, pispor bal dikşînin ku rewşa ji peymana kontrolkirina çekên navokî ji berê de di xeterîyê de bû jiber ku her du alî ji hevdu bi binpêkirina wê peymanê tawanbar dikir.

Hêjayî balkişandinê ye ku Biden li Polandê bi rêberên neh dewletên Yekîtîya Sovyetê: Polonya, Bulgaristan, Komara Çek, Romanya, Estonya, Macaristan, Letonya, Lîtvanya û Slovakya civîbû û dijî gefên Moskowê soza parastinê dabû wan.

XS
SM
MD
LG