Serok Joe Biden roja Înê bang li Rûsyayê kir ku rojnamevanê Wall Street Journal Evan Gershkovich, ku bi tawanên sîxuriyê girtî ye, serbest berde, di heman demê de banga sernivîseriya rojnameyê red kir ku rojnamevanên Rûsî ji Amerîka werin dersînorkirin.
Li ser pirsa rojnamevanên Koçka Spî ku peyama wî ya derbarê Gershkoviç, welatiyê Amerîkî de çi ye ji Rûsyayê re, Biden got: "Bihêlin ew biçe."
Desteya edîtorên Wall Street Journalê di gotarekê de ku roja Pêncşemê piştî nîvro hat weşandin banga dersînorkirina balyozê Rûsyayê li Amerîkayê û "hemû rojnamevanên rûsî yên ku li vir dixebitin" kir û ev gav wekî "kêmtirîna ku tê hêvî kirin" binav kir.
Wê got."Dema girtinê mîna gurkirineke pilankirî xuya dike ku Amerîka fedîkar derxe û çapemenîya biyanî ya ku hîn li Rûsyayê dixebite bitirsîne."
Sernivîskara Rojnameyê, Emma Tucker, roja Înê têbîniyek ji xebatkarên rojnameyê re şand û got ku "Em ê her tiştê ku ji destê me were ji bo azadkirina Evan bikin."
Biden berî ku biçe ji bo dîtina ziyanên bagera li Mississippi ji rojnamevanan re axivî û got ku dersînorkirina rojnamevanên rûsî ji Amerîkayê "ne plana niha ye".
Tê bawerkirin ku Gershkovich yekem rojnamevanê biyanî ye ku ji ber sîxuriyê li Rûsyaya piştî Sovyetê tê girtin, û tê çaverêkirin ku girtina wî rûbirûbûna Kremlînê bi Rojava re di nav şerê Moskoyê li Ukraynayê de zêde bike.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser daxwaza ku hemû rojnamevanên rûs ji Amerîkayê bên dersînorkirin got, "Rojname dikare vê yekê bibêje, lê nabe. Tu sedem ji bo vê yekê re tune ye."
Wî got ku Gershkovich "bi sûcê belgekirî" hatiye girtin.
Çavkanî: AFP