Serokê Amerîka Joe Biden û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro li Qesira Sipî kom bûn û Wezîrê Derve Antony Blinken jî beşdarî li civînê kir.
Di civînê de yek ji mijarên serekî danûstandinên ser sekreterê nû yê NATO bû.
Serok Biden hefteya borî bi Serokwezîrê Brîtanya Rishni Sunak û bi Serokwezîrê Danîmarka Mette Frederiksen re axifîbû.
Jibo sekreterîya giştî ya NATO navê Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Ben Wallace jî tê gotin.
Stoltenberg ji 2014’an vir ve sekreterê giştî yê NATO ye û erka wî ku 3 caran hatiye dirêj kirin, di meha Îlonê de temam dibe.
Hêjayî bîrxistinê ye ku civîna Biden û Stoltenberg do Duşemê jiber êşa diranên Biden hatibû paş xistin.
Jêder: VOA