Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Piştgirî Dide Dirêjkirina Dema Kar ya Stoltenberg


Serokê Amerîka Joe Biden ser dirêjbûna dema kar ya Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stolteberg razîbûna xwe ragihand.

Stoltenberg, ku berê serokwezîrîya Norwecê jî kiriye, ji 2014’an vir ve li NATO sekreterê giştî ye û dema wî ya kar berê 3 caran hatiye dirêj kirin.

Biden bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Stoltenberg bi aramî, tecrûbe û danûstandinên xwe kiriye ku ew di rewişên dijwar de bi awayekî ewle bijîn.

Wî got ku hevpeymanîya NATO niha ji hemî deman xurttir e, yekgirtî ye û armanca wê heye.

Serok Biden dîyar kir ku ew li bendê ye ku bi Stoltenberg re xebatên xwe yên ser xurtkirina NATO bidomîne.

Stoltenberg yê 64 salî li hevpeymanîyê wek rêberekî bi îstiqrar û bi behnfirehî tê zanîn.

Sekreterê Giştî yê NATO ji Twitterê dîyar kir ku ew serbilind e ku dema wî ya kar heta 1’ê Comtehê ya 2024’an dirêj bûye.

Di dewra nû de çaverê ye Stoltenberg ser êrîşên pêkan yên Rûsya, girjîya Amerîka û Çînê û mudaxelaya li Asya danûstandinan bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG