Serokê Amerîka Joe Biden got ku wî roja Înê kombûneka berhemdar hebû li gel serokwezîrê Japonê Yoshihide Suga û herdu welat bêgir in bi karkirina li gel hev li beramber rikeberîyên ku Çîn derdixe pêş û hin pirsgirêkên din, di nav de jî Korya Bakur.
Biden di konferansa rojnamevaniya Koşka Spî de axivî, piştî kombûna wî ya li gel Suga ku yekem kombûna wî ya rûbirû bû di dema serokatîya wî de.
Biden got herdu welatan erê kir ku bi hev re kar bikin li dor tora G5, zîrekîya çêkirî û gelek biwarên din ên teknoljîyê.
Wî got:
“Îro min û serokwezîr Suga me dupat kir li ser piştgirîya me ya bihêz bo hevbendiya Amerîka û Japonê û ewlehîya me ya hevbeş... Em bêgir in bi karkirina li gel hev ji bo rûbirûbûna li hember Çînê û pirsgirên wek Deryaya Rohjilatê Çînê, Deryaya Başûrê Çînê û her wiha Korya Bakur, ji bo gerantîkirina siberojeke azad û vekirî ji herêma Hindo-Pasifîk re.”