Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ligel Partî û Rojnamevanên Opozisyona Enqerê Dicive


Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden
Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden

Joe Bîden cîgirê serokê Amerîka di çarçova serdana xwe de pêşî bi nûnerên rêxistinên sivîl, rojnamevan û berpirsên partiya AKP, HDP û CHPê re civînek pêkanî.

Di roja duyê ya serdanê de, Bîden bi serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokkomar Recep Tayîp Erdogan re cîvînek lidarxist.

Cigirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ji Stenbul ragihand ku, demokrasiya Tirkiyê jibo Amerîka gelek giringe û derbarê ramanên azad û azadiya rojnamevaniyê de jî Tirkiye rexne kir.

Wî da zanîn ku, pêşketin û bihêzbûna demokrasiyê li Tirkiyê hevkarî û hevpeymaniya wê bi Amerîkayê re nizîktir dike.

Li Tirkiyê 34 rojnamevan di girtîgehê de ne û gelek malper jî bi biryara dadgehan hatin girtin.

Joe Biden terorîzekirina Mediyayê, zîndankirina rojnamevanan û tawanbar kirina hezaran Akadêmîsyen û girtina wan, tirsandina karmendên Mediyayê rexne kir û got ev ne karekî raste.

Hêjayî gotinê ye ku Joe Biden bi malbata rojnamevanê girtî Can Dundar re jî hevdîtinek kir. Lawê Can Dundar got "John Biden jibo bavê min got ew rojnamevanek wêrek û jêhatiye û divê ku bi bavê xwe serbilind bî."

Joe Biden bi rojnemavan Kadri Gursel, Ceyda Karan, Aslı Aydin Taçbaş re jî civinek kir. Hersê rojnamevan jiber nivîsên xwe yên muxalîf ji karê wan hatibûn avêtin.

Kadrî Gursel di nîvisa xwe de got "Birêz Biden dixwaze peyamê bide Tirkiyê,bêje di tekoşîna li hember DAİŞê pêdivîya me bi Tirkiyê heye lê wê divê bê zanîn li hember zext û zorê li ser azadiya raman û ragihandinê em ne li digel we ne"

Hêjayî gotinê ye ku Biden bi nûnerên partiyên siyasî re jî hevdînan kir. Ji HDPê parlamenter Leyla Zana, Ayhan Bilgen û bi Altan Tan, ji AKPê bi Orhan Miroglu û ji CHPê bi Sezgîn Tanrikulu beşdarê civînê bûn.

Ayhan Bilgen di daxuyaniyek de destnîşan kir li ser pêşktinên li rojhelata navîn, tekoşîna li hember DAİŞê ya bi hevkariya Trikiyê herwiha rêyên siyasî û demokratik jibo çaresekriina pirsgirêka Kurd nîqaşên sereke yên civînê bûne.

Joe Bîden bi serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Serokkomar Recep Tayip Erdogan re di roja duyê ya serdanê de hatin ba hev. Piştî civîne bi Erdogan re daxuyanî nehat dayîn lê bi Serokwezîr Davutoglu re prêskonferansek lidarxistin.

Serdana Joe Biden ya Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00

XS
SM
MD
LG