Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hember Mijarên Navxweyî li Amerîka Cudabîrîyên Biden û Trump Çi Ne?


Di gelek mijarên siyaseta derve û ya navxweyî de li Amerîka, Serokê Amerîkî Joe Biden, berbijarê Partîya Demokrat yê serokatîya Amerîka, û Donald Trump, berbijarê çaverêkirî yê Partîya Komarî, nêrîn û hewlestên cûda hene.

Li vir em hinek helwestên herdu siyasetvanan derbarê mijarên navxweyî tînin ber we.

Mafê zayînê

Biden: Rêvebirîya Biden berdestbûna jiberbirina zarokan parastîye, berevanîya berdestbûna lênêrîna bijîşkî ya awarte kiriye, û piştgirî daye karîna seferê jibo bidestxistina lênêrîna girêdayî zayînê. Li jêr rêvebirîya Biden, hikûmeta federal herwiha parastina nexweş û bijîşkên ku jiberbirinê pêşkêş dikin kiriye û piştrast kiriye ku agahîyên durist û çavkanîyên qanûnî berdest bin, li gor belgeyeke fermî ku 7’ê Adarê belav bû.

Di 26ê Adara 2024’an de, Biden got, “Eger Amerîka Kongreseke Demokratan ji min re bişîne, ez sozê didim we ku ez û Kamala (Harris) dê careke din biryara Roe vs. Wade vegerînin. Ew biryara ku parastina mafê jiberbirinê ser asta federal dikir sala 2021’ê ji alîyê Dadgeha Bilind ve hate rawestandin.”

Di 8’ê Adarê de jî, Biden hişyarî da ku “wîlayet qedexekirinan ser doktoran ferz dikin û qurbanîyên destdirêja seksî neçar dikin ku herin wîlayetekê din jibo çareserîya bijîşkî. Niha jî Komarîyên Donald Trump dixwazin ku qedexeyeke niştimanî ser mafê bijartinê ferz bikin. Vê yekê bi cidî bistînin, jiber ku ew berê xwe didin wê. Baş li min guhdarî bikin: ev yek dê li jêr çavdêrîya min çênebe.”

Trump: Sê berbijarên Trump jibo Dadgeha Bilind li dema serokatîya wê terazûya dadgehê guhert. Di encamê de qanûna Roe vs. Wade hate betalkirin û biryara qanûnîkirina jiberbirînê li wîlayetan hate vegerandin.

Roja Sêşemê, Trump ragihand ku bawerîya wî ew e ku divê qanûna jiberbirîna zarokan di destên wîlayetan de be. Berî vê daxuyanîyê, Trump pêşniyara qedexeyeke seranserê Amerîka ser jiberbirinê piştî 15 hefteyan kiribû. Wî digot, “Xuya dike ku 15 hefte hejmara ku her kes li ser hevbîr e.”

Aborî

Biden: Di 5’ê Berfanbara 2023’an de, Biden gotarek li bajarê Boston pêşkêş kir, tê de got ku aborîya Amerîkayê 14 milyon karên nû peyda kiriye – ku ev hejmar ya herî bilind e jibo serokekî di çar salên seroktîyê de. Ev yek rekoreke pêşketina aborî ye ligel zêdebûna 5% di sê mehên pêşî yên sala 2024’an de. Herwiha ev bûye 20 meh li dû hev ku rêjeya bêkarîyê li jêr 4% ye. Wekî din, asta enflasyonê ya herî kêm e hember aborîyên din yên serekî li cîhanê. Biden Qanûna Kêmkirina Enflasyonê û Qanûna Weberhênana Binesazî û Karan îmze kir, tê de 550 milyar dolar jibo xercîya nû hatiye dayîn.

Trump: Li gor malpera kempeyna wî, li dema serokatîya wî, “Serok Donald Trump biryareke rekorî girêdayî bacan jibo çîna navîn erê kir, qezenca bacên zarokan duqat kir û gelek qanûnên tunekirina karan bêtir ji hemû rêvebirîyên din hilanîye. Di encamê de mûçeyên rasteqîn demûdest bilind bûn û rêjeya dahatê malbatan gihişt asta herî bilind di dîroka welatê me de, li dema ku hejarî daket asteke rekorî.”

Koçberî/ewlekarîya sînor

Biden: Serok Biden piştgirî da Qanûna Ewlekarîya Sînor ya Senatoyê ku herdu partîyan piştgirî dabûyê. Ewê wê qanûnê bi milyaran dolar wekî alîkarîyeke zêdetir jibo ewlekarîyê pêşkêşkiriba û hiştiba ku Biden sînorê Amerîka ligel Meksîkayê girtiba eger hejmara koçberên ku sînor bi awayekî rojane û heftane rêjeyeke destnîşankirî derbaz bike. Serokê berê Trump givaştin li qanûndanerên Komarî kir da ku wê bernivîsê qebûl nekin. Di encamê de ew bernivîs di Kongresa Amerîkî de derbaz nebû.

Roja 9’ê Adara 2024’an, Biden got, “di roja xwe ya yekê de wekî serok, min planeke berfireh anî holê jibo duristkirina sîstema me ya koçberîyê, parastina sînorê me, dana rêkekê mafê welatîbûnê jibo kesên li vir û malbatên wan, karkerên zevîyan, karkerên girîng ewên ku di dema pandemîya (korona) de alîkarîya me kirin û beşek in ji civaka me.”

Trump: Di dema kempeyna xwe ya 2024’an de, Trump soz daye ku dersînorkirina herî mezin di dîroka Amerîkayê de pêk bîne, “beşekî mezin ji hêzên cîbicîanîna qanûnê yên federal bike hêza cîbicîkirina koçberîyê,” û vîzayan jibo dilxwazên Hamasê li zanîngehên Amerîkî betal bike.

Li gor malpera kempeynê, Trump got ku li wîlayetên hevkar, ewê piştgirî bide hêza Pasevanên Niştimanî û polîsan da ku alîkariya derkirina demûdest ya tawankarên neqanûnî bikin. Wî herwiha soz da ku sîstemeke koçberîya li ser bingeha karînan peyda bike da ku karkerên Amerîkî were parastin û nirxên Amerîkî belav bibin.

Li dema seroktîya xwe, Trump fermaneke cîbicîkar derxist tê de hatina Amerîka jibo welatîyên Îraq, Sûrîye, Lîbya û Yemenê bo 90 rojî qedexe kir û jbo penaberên Sûrî jî qexekirineke nedestnîşankirî ragihand. Wî herwiha dest bi avakirina dîwarekî ser sînorê Amerîka ligel Meksîkayê kir.

Dadmendîya Tawankarî

Biden: Bi rîya çend fermanên cîbicîkar, serok Biden rê daye Wezareta Dadê ku girêbestên ligel kompanîyên taybet yên ku zindanan birêve dibe nû neke. Wî herwiha bi milyaran dolar wekî dirava giştî jibo însyatîvên ewlekarîya civakê dabîn kiriye, û alîkarîya diravî jibo civakan berfireh kiriye da ku çek li kolanan nemînin.

Di dema gotara xwe ya salane 7’ê Adarê de, Biden li Kongresê got: “Ez daxwaza qedexekirinekê ser çekên êrîşkirinê dikim. Qanûna kontrolkirina nasnameyan jibo kirîna çekan erê bikin. Min 12 salan derbarê Madeya Duyê (ji destûra Amerîkî ku mafê hilgirtina çekan dide xelkê) ders dane. Tiştek ji van gavan Madeya Duyê binpê nake û bêrêzîyê li çekhilgirên berpirs nake.”

Trump: Li dema serokatîya xwe, Trump operasyonek ragihand jibo tunekirina tawanên tund li bajaran. Di encamê wê operasyonê de bêtirî 5,500 kes hatin girtin û fermana serokatî ya bi navê Parastina Ewle jibo Civakên Ewle hate îmzekirin. Mebesta wê fermanê ew bû ku handana hêzên polîsên xwecihî were kirin jibo ligel qanûnê reforman pêk bînin.

Serokê berê herwiha kelûpelên leşkerî yên zêde ku hêjayî bi sedan milyar dolar bûn jibo polîsên xwecihî berdest kir, fermaneke cîbicîkar îmze kir jibo alîkarîya rêgirtina tundûtûjîya dijî efserên polîsan, û Qanûna Gava Yekê ya du-partî îmze kir û kir qanûn. Ew cara yekê bû ku qanûneke reformkirina dadmendîya tawankarî jibo kêmkirina dubare-pêkanîna tawanan û alîkarîya zindanîyên berê dike ku dîsa vegerin nav civakê tê erêkirin.

Di kempeyna xwe ya îsal de, Trump dîyar kiriye ku ewê tawanên koçberên bê belge tune bike.

“Di nav malbatan de navê min baş e jiber ku ew dixwazin ewle bimînin. Lê (koçberên bê belge) zêrên wan didizin, saet û çenteyên wan û hemû pereyên wan didizin. Xelk tên û dipirsin çi bû? Eger tu naxwazî tawankarên biyanî yên neqanûnî bi pencerên we re rapelikin û malên we talan bikin, dêmek divê hûn deng bidin da ku di zûtirîn dema pêkan de em Joe Biden yê sextekar ji desthilatê bavêjin,” Trump 3’ê Nîsana 2024'an got.

Keşûhewa/hilbirîna enerjîyê

Biden: Serokê Demokrat dîsa Amerîka vegerand rêkeftina Parîsê ya keşûhewayê û Qanûna Kêmkirina Enflasyonê îmze kir. Bi vê qanûnê bi sedan milar dolar hatiye terxankirin jibo weberhênana enerjîya paqij, trimbêlên elektrîkî û dadmendîya jîngehî. Rêvebirîya wî herwiha karîbû bigihêje armanca kêmkirina hawaya pîs ya bi rêjeya 30% heta sala 2030.

Trump: Li dema serokatîya wî, Trump ji rêkeftina Parîsê vekişî û îdîa kir ku pileyên germa erdê dê “nêzîk hênik bibin.” Karbidestên rêvebirîya Trump rêkeftinên sotemenîya jêrzemînî betal kirin, cihên komira şewitandî vekirî hiştin û vekolîn hember kompanîyên trimbêlan vekirin ewên pîvanên bayê paqij qebûl kiribûn.

“Serok Trump dê jêderên hilbirîna enerjîya xwecihî veke, buhayên gaz û benzînê kêm bike, û ewlekarîya enerjîyê li nav dostên me li seranserê cîhanê belav bike, Rêkeftina Nû ya Kesk ya sosyalîst tune bike, û piştrast bike ku Amerîka qet careke din jibo enerjîyê nekeve bin dilovanîya alîyekî biyanî,” li gor malpera kempeyna Trump.

XS
SM
MD
LG