Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Rûsya Wê Ti Car li Ukrayna bi Ser Nekeve


Serokê Amerîka Joe Biden li Polonya got ku dewletên NATO ji berê pirtir pişt hev digirin.

Biden dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin li bendê bûye ku derz li NATO kevin, lê ew tifaq ji berê çêtir bûye.

‘’NATO dê berevanîya her bihosteke axa bike ku ew tifaq niha mîna zinaran saxlem e’’ Biden got.

Wî derbarê serdana li Ukrayna jî got ku Kîev bi awayekî serbilind li ser xwe disekine û azad e.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di axaftina xwe ya dawî de welatên Rojavayî bi gurkirina girjîya li Ukrayna tawanbar kiribûn.

Ser wê sûcdarkirinê, Biden dîyar kir ku Amerîka û welatên Ewrupî naxwazin Rûsya bixin bin kontrola xwe û ew plan nakin ku êrîşî Moskowê bikin.

Biden dîyar kir ku bi mîlyonan Rûs hene ku dixwazin bi cîranên xwe re aştîyane bijîn û got ku ew ne dijminên wan in.

Wî got ku şer ne hewce bû, lê Putin ew bijartiye.

‘’Emê dest ji piştgirîya bo Ukrayna bernedin û NATO jî parçe nabe’’ Biden got.

Serokê Amerîkî dîyar kir ku ewê Rûsya ti carî li Ukrayna bi ser nekeve û pesna serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy da.

Biden got ku wêrekîya Zelenskyy bi agir û poladê hatiye stiran.

Wî da zanîn ku ewê Amerîka û hevbendên wê vê hefteyê dijî Moskowê hin toleyên nû ragihînin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibata 2022’yan re destpê kir.

Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de bi Kîevê re ne.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG