Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Tankên Abrams Wê Hefteya Pêş Bigihejin Ukrayna


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden, Wezîrê Berevanî Lloyd Austin û bi rêberên Kongresê re kom bû.

Serdana Zelenskyy li vê demê rast hat ku Komarîyên Civata Nûneran bi fikar li piştgirîyên jibo Kîevê dinêrin.

Serok Biden di civînê de careke din got ku ewê piştgirîyê bidin Kîevê.

Biden got ku ew dixwazin nîşan bidin ku Amerîkî tevî hevbendên xwe bi Kîevê re ne.

Wî got ku tankên pêşî yên Abrams jî dê hefteya pêş bigihijin Ukrayna.

Serokê Amerîkî paketa nû ya alîkarîyê ya 325 mîlyon dolarî ya jibo Ukrayna jî ragihand.

Zelenskyy dîyar kir ku Amerîka dê zivistanê sîstema berevanîyê ya esmên ya Ukrayna xurt bike.

Serokomarê Ukrayna got ku wî bi Biden re li hev kiriye ku ew kapasîteya xwe ya berevanîyê berfireh bikin.

Berî civîna bi Biden re, Zelenskyy li Kongresê û li Wezareta Berevanî (Pentagaon) jî hin hevdîtin kirin.

Zelenskyy piştî civîna bi senatorên Demokrat û Komarî re dîyar kir ku wan dîyalogeke baş çêkiriye.

Ew bi Serokê Civata Nûneran Kevin McCarthy yê Komarî re jî kom bû.

Hin endamên din yên Civata Nûneran jî beşdarî li civînê kirin.

McCarthy berê dîyar kiribû ku ew bi pirsîyar li piştgirîya jibo Ukrayna dinêre.

Piştî civînê McCarthy ser danûstandina bi Zelenskyy re ti daxuyanî neda.

Zelenskyy li Pentagonê ji bi Wezîrê Berevanî Lloyd Austin re kom bû.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê çaxê vir ve Amerîka 113 mîlyar dolar alîkarî daye Ukrayna.

Jêder: VOA, Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG