Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: HSD'ê di Operasyona Kuştina Rêberê DAIŞ'ê de Alîkarîya Me Kir


Serok Biden li dema pêşkêşkirina gotara xwe derbarê kuştina rêberê DAIŞ'ê.

Serokê Amerîkî Joe Biden di gotarekê de îro Pêncşemê got ku Hêzên Taybet yên Amerîkî operasyoneke li bakur û rojavaya Sûrîyê pêk anî û di encama wê de rêberê DAIŞê Abu Ibrahim el Haşimî el Qureyşî hate kuştin.

Biden eşkere kir ku "hevparên me yên serekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî alîkarîya me" di vê operasyonê de kir.

Serokê Amerîkî di dirêjahîya gotara xwe de got ku dema hêzên Amerîkî nêzîkî xanîyê el Qureyşî bû, wî bi bombeyekê xwe û endamên din yên malbata xwe kuşt.

Biden bal kişand ser êrîşa DAIŞ’ê ya vê dawîyê ser zindana Hesekê û got ku “ew êrîş demûdest ji alîyê hevparên me yên dilêr yên Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hate rawestandin.”

Serokê Amerîkî herwiha got ku el Qureyşî û çekdarên wî yên DAIŞ’ê “li dû jenodîsa dijî gelê Êzîdî li bakur û rojavaya Îraqê di sala 2014’an de bûn.”

XS
SM
MD
LG