Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku Washington û hevbendên wê may li serîrakirina Wagner nekiriye.
Biden dîyar ku ew ser bûyerên li Rûsya danûstandinên xwe yên bi hevbendan re didomînin.
‘’Ti peywendîya me bi serîrakirina Wagner re tune, ew parçeyeke têkoşînê bû ku ji sîstema Rûs hatibû der’’
Wî got ku wan rê nedaye ku Serokê Rûsya Vladimir Putin, NATO û dewletên Rojava tawanbar bike.
Medyaya Rûsî dîyar dike ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov gotiye ku ew vekolînê dikin ku tilîya dewletên Rojava di serîrakirinê de heye yan tuneye.
Biden di axaftina xwe de dîyar kir ku ew bi hemtayê xwe yê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy re axifîye.
Serokê Amerîkî got ku ku li Rûsya çi jî biqewime ewê piştgirîya bo Kîevê bidomînin.
Jêder: VOA, Reuters