Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Rawestana Li Dijî Şerê Rûsya li Ukraynayê Ew “Şerekî Ji Bo Azadiyê ye”


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Şemiyê got ku êrîşa Rûsya li dijî Ukraynayê gef dane ser ewlekariya cîhanî, û pêwîste demokrasiyên cîhanê xwe ji bo şerekî demdirêj li dijî zordariyê amade bikin.

Biden li pêş sedan berpirsên hilbijartî yên Polendî, xwendekar û karmendên balyozxaneya Amerîkî , ku gelekan ji wan alayên Amerîka, Polenda û Ukraynayê hildabûn, got:

“Rojava niha bihêztir e û ji her demekê berê yekgirtîtir e.”

Wî ev şerê dijî Vladimir Putin wek şerê ji bo azadiyê anî ziman û got,”Pêwîste em xwe ji şerekî demdirêj re bihêz bikin.”

Serok Biden got ku niyaza Putin ya ku bibe “hêzeke bêhempa” ew şaşiyeke stratejîk bû ji bo Rûsya û rikeberiyeke rasterast bû ji aştiya Ewrupiyan re ku ji dema şerê cîhanî yê duyem ve parastî mabû.

Axaftinên Biden yên li kela melekî ya Warsoyê tên di demekê de ku wî sozên nû yên ewlekariyê dane Ukraynayê.

Biden demekê berê îro di kombûna ya li gel penaberên Ukraynî de Putin wek ”qesabe” nav kiribû.

Serokê Amerîka serdana xwe ya sê rojan ya Ewrupayê bidawî tîne, ku tê de kombûn li gel endamên G7, Civata Ewrupî û NATOyê kirin bi armanca yekgirtineke bihêz li dijî Putin.

Demekê berê îro Şemiyê Biden tevlî kombûnekê bû ku wezîrên derve û berevaniyê yên Ukraynayê bi berpirsên Amerîkî re li dar xistibû.

Wezîrê derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba li ser televizyona niştimanî ya Ukraynayê got:

“Serok Bioden got ku tiştê niha li Ukraynayê dibe dê dîroka sedsala 21an biguhere, û em dê li gel hev kar bikin da piştrast bikin ku ev guhertin di berjewendiya me de be.”

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG