Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping îro Çarşemê li cîhekî dîrokî yê nêzîkî San Francisco, California hevîdtibekê dikin.
Mijara serekî ya danûsitandinên wan jinûve vekirina kanalên peywendîyên normal yên navbera artêşên du dewletên xwedî aborîyên herî mezin yên cîhanê.
Têkilîyên her du alîyan di Tebaxa 2022an de qut bûbû, dema ku Seroka Civata Nûneran ya wê demê Nancy Pelosi serdana Taywanê kiribû ku Beijing weke beşek ji axa xwe dibîne.
Peywendîyên navbera Beijing û Washingtonê di Sibatê de xirabtir bûn piştî ku Serok Biden ferman dabû ku balona sîxurî ya Çînê, ku bi ser Amerîka re derbaz dibû, were xistin.
Ji wê demê heta niha jimareke karbidestên payebilind yên Amerîkî, jibo sistkirina girjiyan seredana Çînê kirine.
Berdevkê Civata Ewlekarîya Neteweyî John Kirby ji Dengê Amerîka re got ku Biden li benda hevdîtina xwe ya bi serok Xi re ye ku piştî gelek bilindbûn û nizimbûn di têkilîyên me de çêbûne.