Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Biden û G7 Wê bi Zelenskyy re Civîneke Onlaynî Çêkin


Biden
Biden

Ajansa nûçeyan ya Reuetersê îro Înê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên din yên welatên G7 dê roja Yekşemê bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re biaxifin.

Reutersê ew agahî ji zarê Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî ragihand.

Civîna Biden, rêberên din yên welatên G7 û Zelenskyy dê onlayn çêbe.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir, lê Moskow kiryarên xwe yên li Ukrayna wek operasyoneke taybet bi nav dike.

Welatên Rojavayî wan kiryaran wek dagikirinê dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.

XS
SM
MD
LG