Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden Dibêje Ewê bi Berdewamî Alîkarîya Afganîyan Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê got ku ewê bi berdewamî destek bidin sîvîlan û alîkarîya mirovahî bişînin Afganistanê.

Biden herwiha got ku ewê alîkarîya qîz û jinên Afganî bikin ku ew bikaibin mafên xwe biparêzin.

Serokê Amerîkî dîyar kir ku ew jibo avakirina netewekê neçûne Afganistanê, lê ew maf û berpirsîya gelê Afganî ye.

“Tenê gelê Afganî dikare ser siberoja xwe biryarê bide û awayê rêvebirina welatê xwe bibijêre,” Biden got.

Biden herwiha got ku hêzên Afganî xwedîyê çekên baş in û ew hember pêşdeçûna Talîbanê di amadekarîyeke baş de ne.

Wek bersîva pirsekê, Serok Biden got ku ew qet bawerîya Talîbanê nake, lê ew bi kanîna artêşa Afganî bawer e.

Serokê Biden gotibû ku hêzên Amerîkî wê heta 31'ê Tebaxê vekişîna ji Afganistanê bi dawî bikin.

Berê hatibû ragihandin ku vekişîn wê di 11'ê Îlonê de were temam kirin.

Daxuyanîya Biden di vê demê de tê ku Talîbana tundrê pêşdeçûna xwe didomêne û hin karbidestên Afganî wê yekê vekişîna hêzên Amerîkî ya ji nişkeve girêdidin.

“Karbidestên Pentagonê ji min re pêşnîyar kir ku jibo parastina leşkerên Amerîkî baştir e peyvajoya vekişînê bi lezgînî pêk were, Biden got.

XS
SM
MD
LG