Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê Roja Pêncşemê Ser Afganistanê Biaxife


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ew dê roja Pêncşemê ser Afganistanê biaxife.

Biden li Qesira Sipî ser pirsên rojnamevanan yên derbarê êrîşên Talîbanê, rewişa Kabulê û fikarên Amerîka ew agahî da.

Hêzên Amerîka ji Afganistanê piştî 20 salan vekişîyan.

Roja Înê, hin hêzên Amerîka ji ji Bingeha Esmanî ya Bagramê ya li bakurê Kabulê vekişîyabûn û bi wî awayî şerê herî demdirêj yê Amerîka bi dawî bû.

Serok Biden dîyar kiribû ku hin hêzên Amerîka bo hevkarîya bi hevalbendan re dê di meha Îlonê de jî hîn li Afganistanê bin.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki da zanîn ku Biden dê roja Pêncşemê piştî nîvro bo gel û artêşa Afgan, ser vekişîn, ewlekarî û alîkarîyê bipeyîve.

Psaki dîyar kir ku Biden dê roja Pêncşemê serê sibê bi tîma ewlekarîyê derbarê agahîyên dawî yên bo vekişînê biaxife.

XS
SM
MD
LG