Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Rêberên Afrîqî Wê di Berfanbarê de li Washingtonê Bicivin


BIDEN CLIMA
BIDEN CLIMA

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden wê di Berfanbarê de li Washingtonê bi rêberên parzemîna Afrîqa re bicive.

Reutersê dîyar kir ku Biden dê bi rêberên Afrîqî re ji guherîna îqlimê heta ser ewlekarîya xwarinê ser jimareke mijaran bipeyîve.

Biden bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew civîna dê girîngîya peywendîyên Amerîka û Afrîqa nîşan bide û dê balê bikişîne ser hevkarîyê.

Reutersê dîyar kir ku çaverê ye di meha Berfanbarê de bi qasî 50 rêberên Afrîqî beşdarî civînê bibin.

Biden jirku bûye serokê Amerîka hîn serdana Afrîqa nekiriye ku ew civîn dê civîna wî ya herî berfireh ya bo wê parzemînê be.

Serokê Amerîka Biden heta niha dijî Çînê piştgirîya demokrasîya welatên Rojava kiriye, lê Reuters dide zanîn ku ew civîna bi rêberên Afrîqî ne mijareke girêdayî Pekînê ye.

Washington roja Duşemê da zanîn ku bo rê li ber mirinên ji birçîbûnê yên li Etiyopya, Kenya û Somalîyê bigire bi qasî 1,3 mîlyar dolar alîkarî daye wan welatan.

XS
SM
MD
LG