Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Ardern Ser Vaksînên Vîrusa Korona Axifîne


Jacinda Ardern
Jacinda Ardern

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardernê bi rêka telefonê ser vaksîna vîrusa axifîne.

Li gor daxuyanîya hikûmeta New Zealandê, Ardern û Biden derbarê vaksînên li welêt û li herêma Pasîfîk danûstandin kirine.

Ew danûstandin berî civîna Hevkarîya Aborî ya Asya - Pasîfîk (APEC) ya ser têkoşîna dijî vîrusa korona çêbû.

Ardern dîyar kir ku ew û Biden ser civîna APEC û girîngîya hevkarîya dijî pandemîya vîrusa korona peyivîne.

Wê da zanîn ku ew bi Biden re ser hewildanên bo bidestxistina vaksînan jî axifîye.

XS
SM
MD
LG