Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê di Serdana Asya de Ser Bernameya Navokî ya Koreya Bakur Danûstandinê Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden dê di serdana Asya de ser bernameya navokî ya Koreya Bakur danûstandinê bike.

Reutersê ew agahî ji zarê Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki ragihand.

Psaki dîyar kir ku Biden dê di vê mehê de here Koreya Başûr û Japonya û bi rêberên wan welatan re ser bernameya navokî ya Koreya Başûr biaxife.

Wê da zanîn ku Biden dê di serdanê de ser dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna danûstandinê bike.

Serok Biden dê li Tokyo bi karbidestên Australîa, Japonya û Hîndistanê re jî bipeyîve.

XS
SM
MD
LG