Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Biden bo Wezareta Berevanîyê Dê Generalê Berê Llyod Austin Destnîşan Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bo wezareta berevanîyê generalê xanenişîn Lloyd Austin destnîşan kirîye.

Politico ji zarê sê jêderên ew mijara ser Austin şopandine da zanîn ku Biden dixwaze bi Austin sîyasetên xwe yên berevanîyê bimeşîne û wî wek ‘’tercîheke ewle’’ dibîne.

Bo Austin dest bi wezîrîyê bike divê berê ji Kongresê erêkirinê bistîne û dûre jî ji alîyê Civata Senatoran ve were pejirandin.

Li gor qanûnên Amerîka, bo leşkerekî xanenişîn bibe wezîr divê di ser veqetîna wî ya ji artêşê re herî kêm heft sal derbaz bibin. Ger dem ji wan heft salan kêmtir be erêkirina Kongresê pêwîst e.

Austin ger ku were pejirandin ewê li Amerîka bibe yekemîn Afrîqiyê-Amerîkî ku bibe wezîrê berevaniyê.

Rojnameya New York Times dîyar kir ku Austin yê 67 salî di nav artêşê de bi hişmendîya xwe ya taktîkî ya dema pevçûnan tê nas kirin.

Wî di navbera salal 2010 û 2011’an de, ku wê demê Biden cîgirê serok bû, fermandarîya hêzên Amerîka yên li Îraqê kiriye.

Serokê berê Barack Obama di sala 2013’an de ew kir serfermandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîka (CENTCOM).

Di dewra serfermandarîya Austin ya li CENTCOM’ê de şerê li Sûrîyê gur bû û têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) destpê kir.

Austin di Cotmeha 2014’an de bo koalîsyona bi pêşengîya Amerîka êrîşên esmanî bibe ser DAIŞ ya ketibû Kobanê ya di bin kontrola Kurdan de roleke girîng lîst.

Wî wê demê gotibû ku bi êrîşên esmanî yên koalîsyonê bi sedan çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û dîyar kiribû ku wan alîkarîya Kurdan kiriye ku axên ji dest wan biçûne bi şûnde bistînin.

Lloyd Austin, ku bi naskirina xwe ya Rojhilata Navîn jî tê zanîn, di sala 2016'an de xanenişîn bûbû.

XS
SM
MD
LG