Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bang li Amerîkîyan Dike ku Aramîya Xwe Biparêzin


Berbijarê Demokrat yê seroktîya Amerîka Joe Biden îşev li bajarê Wilmington ya istana Delaware axaftinek kir û tê de bang li Amerîkîyan kir ku aramîya xwe biparêzin.

“Ez bang li her kesî dikin ku aramîya xwe biparêzin. Proses baş dixebite û ew vîna hilbijeran e û xencî wan ti kes nikare serokê Welatê Yekbûyî yên Amerîka hilbijêre.”

Biden, tevî ku xwe wek serfirazê hilbijartinê bi nav bike, got ku ewê seroktîya Amerîka qezenc bike û dengên wî li eyaletên Pennsylvania û Georgia pirtir dibin.

"Jimareyên heyî ji me re bi zelalî nîşan didin ku emê di vê hilbijartinê de serketî bin jiber ku piranîyeke mezin ya Amerîkîyan piştgirîya me dike.”

Demeke zûtir ya îro berbijarê Komarî Donald Trump li ser Twitterê gotibû ku divê Biden ranegihîne ku wî di hilbijartinê de serfiraz bûye.

“Nabe ku Joe Biden bi awayê ne rast xwe wek serfirazê posta Seroktîyê ragihîne. Ez jî dikarim wê îdiayê bike. Niha peyvajoya dadwerî destpê dike.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di dema amadekirina vê nûçeyê de Biden xwedîyê 253 dengên Desteya Hilbijeran û Trump jî xwedîyê 214 dengan e.

Li gor sîstema Amerîkî divê berbijarek herî hindik 270 dengên Desteya Hilbijeran qezenc bike ku bibe serok.

Di Desteya Hilbijeran de 538 nûner hene û hejmara 270 yek ji zêdeyî nîvê hejmara giştî ye.

XS
SM
MD
LG