Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Zêdekirina Bacên Kompanîyan Wê Zararê Nede Aborîyê


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê berevanîya pêşnîyara xwe ya zêdekirina bacên kompanîyên bazirganîyê kir û got ku ew qet ne bifîkar e ku zêdebûna bacê ewê zararê bide aborîyê.

Biden, bi armanca alîkarîya lêçûnên binesazîya Amerîka, zêdekirina bacên kompanîyên bazirganîyê pêşnîyar dike.

Biden di vegera xwe ya ji avahîya seroktîyê ya li Maryland îro li Washington ser mijarê bi rojnamevanan re axifî.

Biden got ku 'ti delîl tuneye' ku pêşniyara wî ya zêdekirina baca dê kompanîyan ji Amerîka dûr bixe.

Wî ser pirsa heke rêjeya kompanîyan ji % 21'an bilindtirî ji % 28'an bib ewê ji Amerîka derkevin, wiha bersîv da:

" Ti carî . Delîlekî bi wî rengî tuneye, " Biden got.

Serokê Demokrat careke din wek 50 yan 51 kompanîyên ku di lîsteya Fortune 500 de ne û sê salin ku ti bac nedane armanc kir û got ku dem e ku ew para xwe bidin.

Biden balkişand ku got ku welatên din bo çêkirin û nûkirina binesazîyê bi mîlyar dolaran veberhênan dikin, û bo Amerîkayê jî ev pêwîste vê bike da ku hêza pêşbazîya xwe xurttir bike.

"Ezê jibo guhertina şert û mercan çi ji destêm min were bikim da ku em karibin bi cîhana mayîn re pêşbazîyê bikim. Tevahîya kesên din yên li cîhanê bo binesayiyê veberhênanê dikin û emê vê li vir bikin, " Biden got.

Biden rexneyên Komarîyan ku Plana Karûbarên Amerîkî ya bi 2.3 trîlyon dolarî bi tiştên ku bi binesazîyê ve ne girêdayî ye dagirtî ye, qabûl nake.

Wî bilî projeyên wek pir, otoban û rê; ava paqij, dibistan û rêya bo trena lezgîn jî mîna mijarên sereke yên ku wek binesazî jî têne hesibandin di çarçevoya vê Planê de destnîşan kiriye.

Serokê berê Donald Trump û qanûndanêrên Komarî, di 2017'an de rêjeya baca kompanîyan ji % 35'an daxistibû ji % 21'an.


XS
SM
MD
LG