Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Serokên 3 Welatên Baltik re Hevdîtin Kirin


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê di Hilcivîna NATO'yê de bi serokên sê welatên Baltîk re hevdîtin pêk anîn.

Biden, ev civîn bi armanca destnîşan kirina piştgirîya Amerîka ya bo wan kir, berî ku ew roja Çarşemê li Cenevre bi Serokê Rûsî Vladimir Putin bibîne.

Qesira Sipî ragihand ku Biden îro bi serokwezîrê Estonya Kaja Kallas, serokê Letonya Egils Levits û her wiha serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda re civiya ye û jibo ewlehîya wan 'piştgirîya xurt ya Amerîka destnîşan kiriye ".

"Çar serokan soz dan ku bêtir hevkarîyên me yên sîyasî, leşkerî û aborî zêdetir xurt bikin, di nav de jibo çareserîya pirgirêkên ku ji hêla Rûsya û Çînê ve têne derxistin, bi navbeynkariya NATO re xebata hevpar jî .

Di vê navberê de, Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî ku bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir, li ser Twitterê got ku ew dixwaze bi welêt re bo peywendîyeke daxwazker û rêzdar, 'pêş ve here'.

Macron û Erdogan îro di navebara rûniştinên fermî yên Hilcivîna NATO'yê de civyan.

Ev ji meha Cotmeha 2020'an vir ve , hevdîtina cara yekê ya her du serokan bû, dema ku Erdoagan ser saxlemîya derûnî ya Macron axifî ku alozîya di nava her du welatan de giheşt asteke xeter.

Ofîsa seroktîya Fransa ji zarê Macron ragihand ku ew dixwaze tevahîya endamên NATO'yê di derbarê nirxên,prensîbên û rêgezên rexistina hevalbendîya leşkerî de, helwesteke zelal dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG