Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Karbidestên Îsraîlê re Dicive


Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê bi Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin re civîya.

Biden dîyar kir ku peywendîya wan ya bi Îsraîlê re xurt e û da zanîn ku ew li bendê ye bi Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett re bicive.

Ew bi hevdîtina bi Rivlin re wek serok cara pêşî bi karbidestekî payabilind yê Îsraîlî re kom bû û dîyar kir ku ewê Îran di çavdêrîya wî de nikaribe çekên navokî çêke.

Wî di destpêka hevdîtinê de dîyar kir ku Îran jî di nav de ew dê ser hin mijaran danûstandinan bikin.

‘’Tiştê ez bêjim, Îran dê di çavdêrîya min de ti car nikaribe çekên navokî çêke’’ Biden got.

Serok Biden dîyar kir ku ew piştgirîya pêşdebirina peywendîyên Îsraîl û welatên Rojhlata Navîn dike û da zanîn ku ew dewlet li Afrîqa jî pêşde diçe.

XS
SM
MD
LG