Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bo Wezareta Derve Antony Blinken Kir Berbijar


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden dest bi eşkerekirina kabîneya xwe kir. Biden da zanîn ku wî bo Wezareta Derve, Antony Blinken kiriye berbijar.

Antony Blinken yê 58 salî, ku bi qasî 20 sal in bi Biden re dixebite, di dewra serokê berê Barack Obama de, wek şûngirê wezîrê derve û şûngirê şîretvanê ewlekarîya neteweyî kar kiribû.

Blinken ji Twitterê da zanîn ku ew bo berbijarîya ji Wezareta Derve re serbilind bûye û ger berbijarîya wî were pejirandin jî ewê bi dildarî karê xwe bike.

Ger Civata Senatoran, Blinken bipejirîne ew dê bi rêvebirîya nû ya dê di 20’ê Çileyê de were ser kar, di sîyaseta Amerîka ya derve de roleke girîng bilîze.

Antony Blinken wek karbidestên ewlekarîyê yên berê dixwaze ku Amerîka vegere ser hevkarîya cîhanî.

Wî di meha Îlonê de ji ajansa Associated Press re dîyar kiribû ku demokrasî li cîhanê û li Amerîka paşde diçe û dîyar kiribû ku jiber ku dost û dijminên wan dizanin ku Biden kî ye ewê ji roja yekê ya seroktîyê wî ve ferq çêbe.

XS
SM
MD
LG