Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew Dikare Careke Din Bibe Berbijar


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ew dikare bo hilbijartinên seroktîyê yên 2024’an bibe berbijar.

Biden li Qesira Sipî da zanîn ku ew hîn nû destpê dikin û dîyar kir ku ewê biryara xwe dawî di mehên pêşî yên sala nû de ragihîne.

Serok biden got ku Demokratan di hilbijartinên nîvdemî de hêza xwe nîşan daye. Wî da zanîn ku Amerîkîyan careke din piştrast kiriye ku jibo wan tiştê girîng demokrasî ye.

Bi encamên pêşî çaverê ye piranîya li Civata Nûneran ya Komarîyan be.

Encamên Georgia, Arizona û Nevada dê rewişa Civata Senatoran dîyar bike.

Çaverê ye li eyaleta Georgia hilbijartin jinûve çêbin.

Di preskonferansa li Qesira Sipî de, Biden ser berbijarîya gumankirî ya Donald Trump jî axifî.

Biden ser pirsa berbijarîya Trump, bi ken got ku ger ew bibe berbijar, ewê çi ji dest wan were bikin ku Trump nebe serok.

XS
SM
MD
LG